Balyozê Emerîkî rola Serok Barzanî bilind nirxand
Jun 02 2020
ARK NEWS... Îro Sêşemê 2 Hizêrana 2020 Serok Mesûd Barzanî li baregeha xwe ya li Selahedîn pêşwaziya birêz Masiyo Tuler Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka li Bexda kir.
Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û hewlên dawî ya pêkanîna hikûmetê li Iraqê û peywendiyên Wîlayetên Yekgirtiyê Emerîka bi Iraq û Herêma Kurdistanê kirin.
Herwiha ronahî xistin li ser serhildana tevgerên DAIŞ û girift û kêşeyên navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêmê û mijara koçberan.
Ji aliyê xwe ve, birêz Balyozê Emerîka rola erênî ya Serok Barzanî di wan mijaran û li rûyê pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê de bilind nirxand.
244