Malbatên 8 efsrên Kurd banga xwe gihandin Serok Barzanî
ARK NEWS .. Duh malbatên her 8 efserên revandî, daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kirin ku, her heşt efser di 16 Nîsana 2013an, li Dêrika Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê ve hatine revandin.
Daxuyanî weha dest pê kiriye: Di dema dawiyê de axaftin li ser nêzîkbûneke Kurdî Kurdî, û yekhelwêstiyê bi bangekê ji fermandarê QSDê Mezlûm Kobanê zêde û berbelav bûye, diviyabû çarenivîsa revandiyan jî bihate diyarkirin.
Hema daxuyaniyê bang li her aliyekê kir ku çarenivîsa her heşt efseran diyar bikin. Herwiha bang li rêxistinên mafê mirovan, û serkirdeyên Herêma Kurdistanê bi taybet Serok Mesûd Barzanî kir.
Efserên kurd ev in:
Emîd Mihemed Xelîl ji bajarê Babê yê Rojhilatê Helebê ye
Eqîd Mihemed Heysem ji bajarê Efrînê ye
Eqîd Hesen Oso ji bajarê Efrînê ye
Eqîd Mihemed gule Xêrî ji bajarê Efrînê ye
Muqedem Şewqî Osman ji bajarê Efrînê ye
Raid Behzad Naso ji bajarê Efrînê ye
Neqîb Hisên Bekir ji bajarê Efrînê ye
Mulazim Ewel Ednan Berazî ji bajarê Kobanê ye
Tevî derbasbûna 7 salan li ser revandina wan, lê hîn jî tu daxuyanî ji PYDê ve dernekatiye, û tu agahî û zaniyarî li ser çarenivîsa wan tune ne.
Ş.E
440