Hejmara nû ya Rojnameya Kurdistan derket

Hejmara nû ya Rojnameya Kurdistan derket

Jun 18 2023

Hejmara nû ji rojnameya Kurdistan ku ji aliyê Ragihandna Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriya ve tê derxistin, derket.

Rojnameya Kurdistan bi her du beşên xwe, kurdî û erebî derket û gihişt ber destê xwîneran.

Hejmara erbaî 706 e, ya kurdî 247 e. Di rûpela yekê de girîngî daye kongira 12an ya Partiya Demoqrta Kurdistan – Sûriya û amadebûna serok Mesûd Barzanî di kongir de.

Her weha pêşhateyên deverê bi giştî û bûyerên Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê, Kurdistanî, herêmî û navdeweltî hatine behiskirin di rêya nûçe û dengûbasan re gotûbêj kiriye, serbarî hejmarek ji nerîn û gotarên cuda, û hevdîtin û çalakî jî li xwe girtiye.

Rojnameya Kurdistan ji aliyê Ragihandina Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya li Hewlêrê derdikeve.

276