Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbatên herdu şehîdên Pêşmerge re xwest

Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbatên herdu şehîdên Pêşmerge re xwest

Apr 08 2020

ARK NEWS... Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peywendiyek bi malbatên herdu şehîdên Pêşmerge re kir û serxweşî ji wan re xwest.

Mesrûr Barzanî li ser torên civakî ya fêsbûkê ragihand: "Êvara îro Çarşem 8/4/2020 bi rêya telefûnê bi awayeke cuda sersaxiyên xwe pêşkêşî malbetên her du şehîd ( Serkêv Hemereşîd û Îsmaîl Faris Resûl) kir ku duhê bişev di êrîşeke terorîstên DIŞI ya bo ser bajarokê Kuleco şehîd bibûn".

Navbûrî da zanîn jî:" Me hevxemiya xwe bo kesûkarin wan diyar kir û stayîşa her du pêşmergeyên qehreman di şerê DIŞIê de kir".

Ş.E

276