Dûbara xwendin û şirovekirina komkujiya Siwêdayê

Dûbara xwendin û şirovekirina komkujiya Siwêdayê

Aug 14 2018

Endamê polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya gotarek li ser rûpela xwe ya fermî li jêr navê Dûbara xwendin û şirovekirina komkûjiya Siwêdayê belav kir .

Di gotara D.Ebdulhekîm Beşar endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya de hatiye komkujiya ku di 25ê meha bûrî de ji aliyê rêxistina DAIŞê ya terorî li ser xelkê Siwêdayê de hatibû ku di encam de bêtir 300 şehîd ji biraiyên durzî û bi sedan birîndar ketin ne ji xwe serê hate encamdan lê belê pilanek zindî bû ji aliyê rêjîma Sûriyê ve .

Ku beriya pêkanîna komkujiyê hin pilan hatine kirin wek belgeyek bû ku xemsarî yan şêweyek ji hemahengiyê ji aliyê rêjîmê ve derbarê wê komkujiyê de hatibû wek hin hûrguliyê girêdayî bi vekşandina çekan ji xelkê deverê û hin belgeyên din.

D.Ebdulhekîm Beşar dirêjahiyê bi gotara xwe tîne û dibêje tevî derbasbûna bêhitir ji du hefteyan ser komkujiyê re û belavbûna hijmarek ji hûrgulî û bi dehan gotar û şirovekirin lê ta niha lêkolîn derbarê wê yekê de pêwîste da ku çawaniya pêkhatina komkujiyê ji hemû aliyan ve werin eşkerekirin ku pêcî û tiliyên tometê berê xwe didin rêjîmê.

Beşar herwiha dibêje eger heye hijmarek pirsiyar bikin ku sûda rêjîmê ji vê yekê çiye û bi taybet piraniya deveran ji destê opozisyonê derxist û destê xwe danî serê piraniya Sûriyê gelo ji bo çi ew komkujî li wê devera aştiyane hate pêkanîn ؟؟

D.Ebdulhekî Beşar dibîne ku du armanc ji pêkanîna wê komkujiyê hene
Dûbara vegerê ji bo hembêza rêjîmê û xistina ciwanên deverê ji bo şerê dijî gelê Sûriyê ku ji destpêka şoreşa Sûriyê xelkê wê deverê razî nebûn xwe bikin di xizmeta rêjîmê de û di cîbicîkirina ewlehiyê di wê derê de bi serketin.

Duyem gihandina nameyekê ji bo civaka navdewletî ku hîn terorîst li Sûriyê heye û bihêze û nûçe û ragihandina civaka navdewletî ku şerê terorî bidawî hatiye dûre ji rastiyê da ku xwe biçesipîne ku eger hizir bikin bedîlekî li şûna rêjîm dînin bi tenê terorîstên wek DAIŞê hene û hîn metirsiya rêxistinên terorî li ser Sûriyê heye.

Ebdulhekîm Beşar di gotara xwe de herwiha da zanîn ku bi van sînoriyan rêjîma Esed ji civaka navdewletî re tekez kir ku rêxistinên terorî li ser desthelatdariyê baştire lê divê civaka navdewletî zanibe ku bi mayîna rêjîmê mayîn û hebûn rêxistinên terorî ye ji ber ku beşdar bû di afrandin û vehewandin terorê de û ew yek ji berpirsên Emrîkî yên rêveberiya berê weke Con Kêrî de hate eşkerekirin.

Di dawiya gotaera xwe de Diktor Ebdulhekîm Beşar endamê Polîtbîriya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya dide xuya kirin ku dem hatiye ku civaka navdewletî bizanibe bi hebûna rêjîmê teror ji Sûriyê nayê ji navbirin û bi hevre dijîn û wê bi hevre bimrie û her hewlek ji bo jinavbirina terorê bi hebûna rêjîmê bi ser nakeve ji ber karîn û şiyanên rêjîmê hene ku hin rêxistinên din yên terorê bafirîne da ku herdem gefan bide civaka navdewletî û parastinê ser desthelatdariya xwe ya ser komkujiyan rabûye bike.

Ş.E



Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

765