Çarenivîsa Nibil û Zehrayê û kampên derbiderên Efrînê

Çarenivîsa Nibil û Zehrayê û kampên derbiderên Efrînê

Aug 13 2018

ARK NEWS .. Li gor nerî û lihevhatinên nû tê gotin herdu bajarokên Nibil û Zehrayê yên Şîyî têkevin nexşeriyên nû û wek çawa xelk ji herdu bajarokên Şîyî Fûwa û Kefriya li parêzgeha Idlibê hatin derxistin xelk ji wan herdu bajarokan jî werin derxistin.

Li gor jêderên opozisyona Sûriyê ku rêjîma Sûriyê û hikûmeta Rûsiyê ji xelkê bajarokên Nibil û Zehrayê xwestine ji malên xwe derkevin lê ew yek ji aliyê şêniyên wan bajarokan hate redkirin û nerazîbûna xwe dane xuyakirin .

Mebesta derxistina xelkê herdû bajarokên Nibil û Zehrayê ji bo vekirina riyek bazirganî navbera Turkiyê û Sûriyê de ye ku hin siyasetmedar bi pilanek nû ji parçekirina Sûriyê binav dikin ji ber ku bi tenê Nibil û Zehrayê di parêzgeha Helebê de Şîyî û bi taybet li Bakurê Helebê .

Ji aliyê xwe ve jêderên xwecihî ragihandin ku êrîşên tund hatin ser Nibil û Zehrayê û metisiyek kete dilê derbiderên Efrînê û tê gûman kirin ku ji bajarokê Elrayî yê di bin destê Turkiyê û çekdarên opozisyonê de hatibin avêtin û tevî wê yekê tu agahî û zaniyariyên zelal ne hatin eşkerekirin.

Bajarokê Nibil û Zehrayê hevsînorin bi gundên Efrînê ji aliyê Çiyayê Lîlon û devera Şêrewa ve û 20 kîlo mitreyan ji Helebê ve dûre û ji ber şer û pevçûnên Efrînê bi Deh hezaran berê xwe dane Nibil û Zehrayê û bajarên derdora wê wek Til Rifet û Dêrcimêlê û herdem pirsa çarenivîsa derbiderên Kurd li wan deveran tê kirin.

664