Berpirsek: Da ku aramî vegere navçeyên Kurdistanî divê Hêzên Pêşmerge vegerin

Berpirsek: Da ku aramî vegere navçeyên Kurdistanî divê Hêzên Pêşmerge vegerin

Mar 02 2020

ARK NEWS... Ev demek e ku çekdarên DAIŞê li deverên Kurdistanî yên benda 140î, welatiyên Kurd direvînin û li hemberî berdana wan daxwaza pereyan dikin. Berpirsekî Kurd li Kerkûkê jî dibêje, ji bo ku aramî vegere wan navçeyên Kurdistanî divê Hêzên Pêşmerge vegerin wan navçeyan.

Cîgirê Serokê Encûmena Serkirdatiya kerkûk – Germiyan a PDKê Diyarî Husên ji malpera PDKê re ragihand: “Çekdarên ser bi rêxistina terorê ya DAIŞê tevgera wan zêde bûye û nexasim li navçeyên Kurdistanî yên benda 140, ku rojane diçin ser gundên Kurdan û xelkê me digrin û şehîd dikin.”

Diyarî Husên wiha got: “Mixabin rewşa zehmet bûye û Kurdan digrin û li hemberî berdana wan daxwaza pereyan dikin û di çend rojên derbasbûyî de jî ev tişt zêde bûye.”

Wî berpirsê PDKê li Kerkûkê wiha ameje kir: “Navçeyên Kurdistanî aloziyên ku tê de çê bûne, çareser nabin heya ku Pêşmerge venegerin wan navçeyan û parastina wan nekin.”

391