Hunera Kurdî stûnek ji dest da

Hunera Kurdî stûnek ji dest da

Feb 26 2020

ARK NEWS... Îro 26ê Sibata 2020î, stûnek ji stûnên hunera Kurdî, li nexweşxaneyeke Turkiyê koça xwe ya dawiyê kir, û çû ber dilovaniya Xwedê.

Hunermendê navdar Seîd Yûsif, ji ber kirîzeke dil, li nexweşxaneyeke Stanbûlê yê Turkiyê, jiyana xwe ji dest da.

Hunermendê Kurd û navdar jidayîbûyî sala 1947an e, û bi mîrê tenbûrê tê naskirin.

Seîd Yûsif xwedî gelek berheman e, û bi sedên stranên netewî, û evînî û civakî tomar kiriye û saz kiriye.

Ş.E

462