Keçeke Qamişlo dawî bi jiyana xwe anî

Keçeke Qamişlo dawî bi jiyana xwe anî

Feb 22 2020

ARK NEWS... Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, îro, 22yê Sibata 2020î, kêçeke Kurd dawî bi jiyana xwe anî.

Jêderên xwecihî ji Qamişlo ragihandin ku, keça bi navê Evîn Umer Şêxmûs, guleyek berda canê xwe, tevî ku ji bo nexweşxaneyê hate veguhestin, lê qedera wê ew bû ku dawî bi jiyana wê were.

Evîn Şêxmûs 18 salî ye, û sedemên dawîanîna jiyana xwe ne diyar e.

Di çarçoveya heyvekê de çar rewşên xwekuştinê li navenda Qamişlo hatin tomarkirin.

Ş.E

619