Girûpên çekdar malên sivîlan li Rojhilatê Serê Kaniyê rûxandin

Girûpên çekdar malên sivîlan li Rojhilatê Serê Kaniyê rûxandin

Feb 22 2020

ARK NEWS… Girûpên çekdar li gundekî Rojhilatê Serê Kaniyê, yê Rojavayê Kurdistanê, malên sivîlan rûxandin, da ku sûdê ji kerestan bibînin.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan duh 21ê Sibata 2020, ragihand ku girûpên çekdar li gundê Am Aşbe yê Rojhilataê Serê Kaniyê malên sivîlan ku ji xuliyê hatin avakirin, rûxandin, û darên di nav de ji xwe re dizîn.

Heman rawengehê da zanîn ku ji bilî daran kel û pelên elektirîkî jî ji malan hatine vekirin û dizîn.

Ji dema ku girûpên çekdar destê xwe danîn ser heru bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî, ji wê demê ve, binpêkirin di dermafê Kurd û ereban de berdewam in.

Ş.E

421