Yûsif bû Yehya: Pêşekarî ji Efrînê re ye ey koledarên rêjîmê

Yûsif bû Yehya: Pêşekarî ji Efrînê re ye ey koledarên rêjîmê

Aug 09 2018


ARK NEWS .. Piştî ku çekdarên YPGê û QSDê amadekariya xwe ji bo rizgarkirina parêzgeha Siwêdayê dane xuya kirin nivîskarê Amazîxî yê navdar bi şopandina doza Kurdî bigiştî û yê Rojavayê Kurdistanê bi taybetî gotarek li jêr navê pêşekarî ji Efrînê re ye ey koledarên rêjîmê belav kir .

Di gotara nivîskarê Amazîxî Yûsif bû Yehya de hatiye hestên berpirsên PYDê li ser xelkê Siwêdayê piştî êrîşa rêxistina DAIŞê ya terorî gelekî lawaz û nerim bû û tevî ku Efrîn ji çend mehan ve ji aliyê çeteyên Erdogan rastî tawan û binpêkirinan tên lê tu daxuyanî li ser zarê PYDê derbarê wan binpêkirinan de derneket û li hember de bi tenê êrîşek hate ser bajarê Siwêda yê Erebî PYDê qiyamet rakir û dananî .

Yûsif bû Yehiya axaftina xwe arastey mejiyên zindî ne kesên lawaz dike û dibêje gelo Kurd çi sûd ji şerê Reqa û Derazorê û Minbicê de dît û wê çi sûdê ji şerê Siwêdayê de bibîne ku ew pirs hîn hin kes jê direve û hin kes bersvan li gorî xwe jêre dide da ku ji aliyê kesên mejiyên wan hatine şûştin were bejirandin lê ya rast ew e ku tivinga bi kirê welatan azad nake.

Ew kesên ku helwestên serkirdeyên PYDê li Rojavayê Kurdistanê bi erênî dibîne ku bi ser DAIŞê serketine gelek ji wan re divê da ku rastiyan zanibin bûnimûne şerê Kobanê serketinek bû. lê piştî Kurd hatine çînosaydkirin û Ereb li şûna wan hatine bicihkirin û Kurdên Kobanê li Turkiya û Ewropayê bûne penaber.


Nivîskarê Amazîxî pirsyar dike gelo Efrîna hatiye rûxandin û wêrankirin berxwedana serdemê bû ؟؟ji bilî revandin û girtin û şopandina ku serkirdeyên PYDê bi hemahengî bi sêxorî û hawargiriya Sûriyê re derheqê welatiyên Kurd de radibin û li gor encaman ku tawanên PYDê pê radibe ne kêmtir ji tawanên rêxistina DAIŞê ya terorî .

Gelo cihê bawariyê ye ku serkirdeyên PYDê deverên xwe yên Kurdî di destê DAIŞê de bihêle û berê xwe bide berevaniya bajarên Ereban yên rêjîmê ؟؟ gelo PYDê guhdanê bi Rojavayê Kurdistanê dike ؟؟ eger bersiva hin kesan belê be komkujiya Kobanê ya bi destê Daişê ku hefkarî û hemahengiya PYDê û PKKê têde hebû û piştre afrandina şerê Efrînê bi mebesta guhertina demoxrafiya wê deverê nexasim piştî revîna serkirdeyên PYDê û PKKê ji Efrînê û derxistina çekên giran û hiştin ku Kurdên Efrînê rastî rokêt û mûşekan werin gelo ev serkeftinek bû li Kobanê û Efrînê ؟؟

Navbûrî tekez dike ku ew serkeftin kete berjewendiya rêjîma Sûriyê û şebîheyên wê û bi tenê gelê Kurd xaka xwe derdan û divê serkirdeyên PKKê yên ku silogana ew Partiya Pakrewanan xwe girtibû bizanibin ku şehîdên bi rûmet bi niyaza serxwebûna Kurdistanê şehîd bûne ku bi bazirganî bi xûna wan ji aliyê serkirdeyên PKKê û kesên pêre wek alîgirê Şêx Alî û Hemîd Hac Derwîş û rêjîm û Iran û Turkiyê ve were kirin. Ji ber ku şehîd şehîdên gelane ne şehîdên partiya ne gelo Partî çi li ser xakê li himber şehîdkirina bi hezaran bi ser xist؟؟

Nivîdkarê Amaxîzî herwiha di dawiyê dibêje ku her yek ji Talebanî, Ocelan, Şêx Alî, Aldar Xelîl, Salih Muslim bazirganên şer in û bi tenê Barzanî nûnerê aniya rizgarkirina niştîmaniya Kurdistana azad û aştî û selameta Kurdistanê di destê wî deye û hêvî û omîd li ser wî têne dayîn .


Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

736