Japon dê hêzên xwe bişîne Rojhilata Navîn
Jan 11 2020
ARK NEWS .. Welatê Japon biryar daye ku hêzên xwe bişîne Rojhilata Navîn, ew jî bi mebesta parastina keşteyên Japonî .
Taro Kono Wezîrê Berevaniya Japon ragihand, ku jimareyek keşteyên cengî û jimareyek balefrên şer yên Japonî bi mebesta parastina keşteyên kel û pelên Japonî wê bo Rojhilata Navîn werine şandin .
Herwiha da zanîn ku di destpêka meha bê de ango Sibatê de keşteyeke cengî wê were şandin, û hêzên Japonî wê çekan ji bo berevaniyê bi kar bînin.
422