Sînatorekî Emerîkî: Dema serxwebûna Kurdistanê hatiye
Jan 07 2020
ARK NEWS .. Sînatorekî ji Partiya Komarî ya Emerîkî dibêje dema serxwebûna Kurdistanê hatiye.
Di çarçoveya bersiva xwe de, derbarê dengdana Perlemanê Îraqê bi derxistina hêzên biyanî û bi taybet yên Emerîkî ji Îraqê, roja Yekşemê Marko Robiyo sînatorê Partiya Komarî ya Emerîkî di tiwîtekê de got ku, di baweriya min de êdî dem ji bo serxwebûna giştî ya Kurdistanê hatiye .
Sînatorê Emerîkî di hejmarek tiwîtên xwe de rexne li biryara Perlemana Îraqê kir, û amaje kir ku dema raghandina serxwebûna Kurdistanê hatiye.
403