Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir

Dec 30 2019

ARK NEWS .. Serokê Herêma Kurdistanê bi boneya hilbijartina wî weke Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî, pîrozbahî li Selahadîn Bahadîn kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefonî li gel Selahedîn Bahadîn encam da û pîrozbahî jî lê kir ku di kongreya 8emîn a wê hîzbê de dubare weke Sekreterê Giştî yê Yekgirtû hatiye hilbijartin.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha bi boneya 8mîn kongreyê pîrozbahî li tevahiya serkirde, endam û alîgirên wê hîzbê jî kir û hêviya serkeftinê ji Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê xwest.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî amaje kir bi kar û xebat û rola Yekgirtû di jiyan û proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de û pesnê hewlên Yekgirtû da ji ber hewlên wê yên ji bo tebayî û karê hevbeş li Kurdistan.

Selahadîn Bahadîn jî di wê peywendiya telefonî de ji ber piştevaniya wî spasiyên xwe pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê kirin.

270