Ancêla Mêrkil dê berê xwe bide Turkiyê
Dec 28 2019
ARK NEWS .. Ji bo gengeşekirina kirîza penaberên Sûriyê, Biryar e heyva bê ango Çileya 2020î, Rawêjkara Elmanyayê seredana Turkiyê bike.
Rojnameyek Elmanî eşkere kir, ku egereke mezin heye ji ber şerê Idilbê pêleke mezin ya koçberiyê dirust bibe, û eger heye ev yek bandorê li Ewrpayê jî bike.
Heman rojnameyê da zanîn: Ji ber vê yekê biryar e, di meha bê de Ancêla Mêrkil Rawêjkara Elmanyayê seredana Turkiyê bike, û li gel Receb Teyb Erdogan Serokê Turkiyê bicive.
li gor rojnameyê ku, rêkeftina berê ya di derbarê penaberan de dê giftûgo bike.
390