N.Y daxwaza rawestandina şer li Idlibê dike
Dec 21 2019
ARK NEWS .. Netewên Yekgirtî daxwaza rawestandina şer li parêzgeha Idlibê dike , ew jî piştî ku bi dehan sivîl di heyama du rojên bûrî de bûne qurbaniya şer û jiyana xwe ji dest dane .
Necat Rişdî mezinê rawêjkara karûbarên mirovî ya şandiyê Netewên Yekgirtî ji bo Sûriyê dibêje; Di encama gurbûna şer û pevçûnan li bajarê Idlibê, û armanckirina sivîlan bi bermîlên teqîner, bi dehan welatiyên sivîl hatine kuştin .
Necat Rişdî daxwaz ji tevaya aliyên Navdewletî, û aliyên nakokdar li Sûriyê kir, ku di zûtirîn dem de şer û pevçûnan rawestînin, ji ber karastên mirovî wê werine encamdan .
433