Dîmêtrî Bîskof:

Dîmêtrî Bîskof: "Potîn dê seredana Israîlê bike"

Nov 29 2019

ARK NEWS .. Berdevkê bi navê Serokatiya Rûsiyê, roja pêncşemê, 28ê Mijdara 2019an, ragihand: Amedekarî ji bo seredana Serokê Rûsiyê, Filadîmîr Potîn ji bo Israîlê têne kirin.

Dîmêtrî Bîskof, Berdevkê bi navê Serokatiya Rûsiyê ji malpera Spotnîk re da zanîn: Amedekarî têne kirin da ku Serokê Rûsiyê Filadîmîr Potîn di Çileya sala bê 2020î de, seredana Israîlê bike.

Navbûrî bal kişand ser wê yekê jî: Dê di dîdargeha cîhanî ya bîranîna Holokost de, beşdar bike.

Bîskov tekez kir: Divê mesîhiyên Rojhilata Navîn, li jêr serpireştiya Dêra Ersozoksiya Rûsî, û dêrên xwecîhî de, werin parastin.

Ş. E

546