Emerîka 5 Melyon Dolar ji bo zanîna çarenivîsa 5 Qeşeyan li Sûriyê terxan dike
Nov 18 2019
ARK NEWS .. Wezareta Derve ya Emerîka gujmeyek pereyan ji bo zanîna çarenvîsa jimareyek Qeşeyên Kirîstiyan li Sûriyê terxan kir .
Pirograma padeşt ji bo dadweriyê ya ser bi Wezareta Derve ya Emerîka di rêya tiwîterê re, 5 melyon dolarên Emerîkî terxan kirin ew jî da ku çarenvîsa 5 Qeşeyên Kirîstiyan li Sûriyê were zanîn , û ew pere ji bo wan kesane ku zanyariyan bidine Emerîka .
Weke di tiwîta Wezareta Derve ya Emerîka de hatiye ew keşeyên Kirîstiyan ev in : Pawlo Dal Axliyo , Bols Yazicî, Yohena Ibrahîm , Mêşîl Keyal , Mahir Mehfûz .
521
