Dr. Ebdulhekîm Beşar: Mezlûm Ebdê derçûyê dibistana PKKê ye û pêwîst e xwe jê vekişîne
Mezlûm Ebdê derçûyê dibistana PKKê ye û gerek xwe jê vekîşne
Dr. Ebdulhekîm Beşar
Dr. Ebdulhekîm Beşar endamê komîteya destûrî ya Sûriyê û endamê polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, derbarê bangewaziya Mezlûm Ebdê fermandarê giştî yê hêzên Sûriyaya Demoqratîk QSD got, Mezlûm Ebdê endamekî dibistana PKKê ye, û bangewaziya wî tenê ji bo piştevaniya serkirdayetiya wî ye.
Di gotarekê de, Dr. Ebdulhekîm Beşar got, hin pêşîne ji Mezlûm Ebdê têne xwestin gerek encam bide, ew jî ev in:
Yekem: Raghandina xwe ji karkişandin ji PKK, û xwe ji hemû kar û kiryarên ku PKK derheqê kurdên Sûriyê pêkanîne, bişû.
Duyem: Ragihandina ji hev veqetandina QSD ji serkirdayetiya Qendîlê bi rêya daxuyaniyeke fermî .
Sêyem: Derkirina hemû endamên girêdayî PKK ji QSD
Çarem: Radestkirina endam û komên ku tawan li dijî kurdan pêkanîne mîna komkujiya Amûdê , komkujiya malbata Şêx Ne'san li Efrînê , komkujiya Kobaniyê û terorkirinên ku encamdane mîna terorkirina şehîd Nesredîn Birhik , Miş'li Temo û kesne din jî, bo aliyekî lihevkirin li ser were kirin, herweha radestkirina endamên ku fermana encamdana wan tawanan dane, ji bo dadgehkirina wan.
Pêncem: Eşkerekirina çarenivîsa revandiyên li ser destê hêzên Mezlûm Ebdê, ji wan Behzad Dorsin , parêzer Idrîs Elo û kesne din jî.
Şeşem: Ragihandina partiyeke siyasî xwedî programeke Niştîmanî Sûrî.
Di dawiya gotara xwe de Dr. Ebdulhekîm Beşar cîgirê serokê hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê got, ceneral kesayetiyeke leşkerî ye û ne siyasî ye weke ku ew bi xwe jî dibêje, û gotiye ku PYDê nûneratiya wan nake, û encamdana wî ji van pêngavan re girînge eger ew di bangewaziya xwe de rast be û lê têgihiştî be.
Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide
530