Encûmena Xwecihî ya Efrînê karê xwe rawestand

Encûmena Xwecihî ya Efrînê karê xwe rawestand

Aug 02 2018

ARK NEWS .. Wek nerazîbûnekê ji kiryarên girûpên çekdar di afirandina rêgirî û astengiyan ji karê Encûmenê re Encûmena Xwecihî ya navenda bajarê Efrînê karê xwe bi şêweyekî demkî rawestand .

Jêdereke taybet ji nav bajarê Efrînê û nexwest navê wî eşkerebibe ji ARKê re ragihand ku Encûmena Xwecihî ya navenda bajêr karê xwe roja Çarşemê 1/8/2018 rawestand ku ew rawestandin wek nîşankirina nerazîbûn û nerihetiyê ye .

Derbarê sedemên rawestandina Encûmenê ji karê xwe re jêderê tekez kir ku ji ber kiryar û binpêkirinên girûpên çekdar û destêwerdana wan di her karûbarekî bi karê Encûmenê ve girêdayî Encûmenê karê xwe rawestand da ku mercên xwe bêne cîbicîkirin û carek din ew girûp tu têkelî û peywendiyên xwe di karê wan de nekin .

Jêderê herwiha da zanîn ku girûpên çekdar yên li Efrînê dimînin destêwerdanê di her karekî û xizmetguzariyekê de dikin û astengiyan ji karmendên Encûmenê û endamên nivîsgehan re drust dikin û herdem hewil didin kaûbarên welatiyan asteng bikin ku li berovajiya wê yekê Encûmen bi hêsanî karê welatiyan bi rêve dibe .

Tevî tunebûna rêkarên guncaw û afirandina astengiyan ji aliyê girûpên çekdar ve lê Encûmenên Xwecihî yên Efrîn û şeş navçeyên wê bi karîn û şiyanên xwe xizmetguzarî û alîkarî ji xelkê re pêşkeş dikin û hewil didin jiyana sirûştî roj bi roj vegerînin gund û navçeyên Efrînê.


463