Li Tûnisê 12 penaxwazên Sûriyê hatin binçavkirin

Li Tûnisê 12 penaxwazên Sûriyê hatin binçavkirin

Nov 04 2019

ARK NEWS .. Wezareta Hundur ya welatê Tûnisê eşkere kir, ku 12 koçberên Sûriyê yên bi qaçaxî sînorê wî welatî yê bejayî derbaskirine girtin .

Heman wezaretê di daxuyaniyekê de got, ku ew koçber li wîlayeta Qesrîn hatin girtin, piştî ku sînorê Cezayîrê ber bi sînorê Tûnisê re derbas kiribûn .

Ew penaber niha girtîne, ta lîkolîn bi wan re bê kirin û tedbîrên yasayî dermafê wan bên wergirtin .

355