344 penaberên Rojavayê Kurdistanê gihiştin Herêma Kurdistanê

344 penaberên Rojavayê Kurdistanê gihiştin Herêma Kurdistanê

Oct 27 2019

ARK NEWS .. Hijmara penaberên Rojavayê Kurdistanê, ku ji 09.10.2019, ango ji dema destpêkirina opearsyona Turkiyê ta weke îro gehiştine Herêma Kurdistanê nêzîkî 12 hezar kesî dibe.

Li gorî amarên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji 9ê mehê ta îro 11591 penaberên Rojavayê Kurdistanê gihiştine Herêma kurdistanê ango 2318 malbat in, û hejmare berev zêdebûnê ve diçe.

Li gorî zaniyaryên ARKê, ku ta niha ew penaber li kampa Berdereş têne bicîkirin, û biryar e komên bê yên penaberan li herdû kampên Giwêlan û Germawa yên gundewarê parêzgeha Duhokê werin bicîkirin.

Ji bilî vê hejmara vê dawiyê gihiştine Herêma Kurdistanê, 228 hezar penaberên Sûriyê li Herêma Kurdistanê dimînin û li ser 9 kampan hatine dabeşkirin, piraniya wan li derveyê kampan dimînin.

437