Kewregoks bi hawara penaberên nû ve diçe (Wêne)

Kewregoks bi hawara penaberên nû ve diçe (Wêne)

Oct 25 2019

ARK NEWS .. Wekû piştevaniyekê ji penaberên Rojavayê Kurdistanê yên nû gihiştine Herêma Kurdistanê re, îro 26ê Cotmeha 2019an de, rêxistina PDK-Sê ya Kewregokê, bi hilemeta komkirina alîkariyan ji bo penaberan, rabû.

Nûçegîhanê ARKê li kampa kewregoskê got : Îro 600 tûrên xwarinê ji penaberên Kewregokê, ji bo penaberên nû yên li Berdereşê hatine bicîkirin, hatin komkirin.

Nûçegîhanê me her wiha got : Tûrên xwarinê ji curên xwarina taştê pêk dihat, û bi serpireştiya PDK-Sê, ji Kewregoskê ji bo Berdereşê hatin şandin.

Kampa Kewregoskê, penaberên Rojavayê Kurdistanê vedihewîne, û ya Berdereşê, nû ji penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ji ber êrîşa Turkiyê reviyane re, hatiye damezrandin.

Ş. E

581