Di dema hestiyar de, PYDê hîn jî li ser revandina serkirde Behzad Dorsin rijd e

Di dema hestiyar de, PYDê hîn jî li ser revandina serkirde Behzad Dorsin rijd e

Oct 24 2019

ARK NEWS .. Îro 24ê Cotmeha 2019an, 7 sal li ser revandina serkirdeyê kurd xebatkar Behzad Dorsin,endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya derbas dibin, tevî rewşa niha ya ku Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe, û banga yekrêzî û yekhelwêskirina mala Kurdî tê kirin, lê PYDê li ser revandinê rijd e, ta niha jî çarenivîsa wî ne diyar e .

Roja Çarşemê 24ê Cotmeha 2012an, ji beriya 7 salan demjimêr 7ê êvarê, dema ku serkirdeyê kurd Behzad Dorsin Hesam endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya li gel ciwanê kurd Nîdal Selîm bi otombîlekê ji curê toyota pêkab biniyaz bû berê xwe bide Herêma Kurdistanê, ew jî bi armanca bi rêvebirina karekî Partî , li ser xalekê di navbera gundê Şekirxaçê û Mele Merzê yê Dêrika Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê çekdarên PYDê ve hatin revandin, û ta niha çarenivîsa wî ne diya e.

Serkirdeyê kurd Behzad Dorsin Hesam sala 1980 tevlî refên Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya bûye .

Behzad Dorsin Hesam berpirsê Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Dêrkê bû.

Ji bilî herdu navên hatine ziman, hijmarek ji xebatkar, siyasetmedar, û çalakvanan di zîndanên PYDê ne, ta niha tu ahagî û zanyarî li ser wan tune ne .

Ş.E

905