Ehmed : Ferman hatine bi baştirîn şêwe pêşwaziyê li koçberên R. Kurdistanê bikin
ARK NEWS .. Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand ku heya niha 5 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê ji ber şer hatine Herêma Kurdistanê.
Rêber Ehmed derbarê hatina koçberên Rojavayê Kurdistanê ragihand: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wezaretên pêwendîdar erikdar kirine ku bi baştirîn şêwe pêşwaziyê li koçberan bikin. Lewma jî amadekarî ji bo hatina koçberan hatiye kirin û heya niha 5 hezar koçber hatine Herêma Kurdistanê.”
Ehmed wiha got: “Koçberên Rojava li aliyê Rojava pirsgirêk ji wan re derdikevin û neçar dibin ku bi qaçaxî bên Herêma Kurdistanê û pereyan didin heya ku xwe bighînin vir.”
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê wiha domand: “Wek berê sînorê me bi Rojavayê Kurdistanê re vekirî ye û alîkariyên mirovî ji bo Rojava tên şandin. Lê li aliyê Rojava pirsgirêka hatina Başûr ji koçberan re derdikeve.”
375