Çekdarên El Şamiyê malên sivîlan li Girê Spî desteser dikin

Çekdarên El Şamiyê malên sivîlan li Girê Spî desteser dikin

Oct 20 2019

ARK NEWS .. Girûpên çekdar yên nav li xwe dikin atrêşa niştîmanî di binpêkirinên xwe de di dermafê sivîlan de berdewam in, heman binpêkirinên ku li Efrîna Rojavayê Kurdistanê kirine û dikin, li herêmên Rojhilatê Feratê û Rojavayê Kurdistanê jî encam didin .

Di çarçoveya operasyona Turkiyê de gund û bajarok û bajarên ku ew girûp derbas dibin, dest bi kiryarên xwe dikin û malên sivîlan li jêr navê Xenimeyên şer desteser dikin.

Li gor jêderên xwecihî û çalakvanan hin wêneyên Girê Spî belav kirin tê de diyar dibe ku girûpên çekdar malên sivîlan û dukan bazirganiyê li Girê Spî ji xwe re dersteser kirine.

Li gor heman wêneyan xuya dibe ku li pêş çavên hemûyan çekdarên El Şamiyê mal û dukan li jêr peyva Mehcûz Ebû Ebas, Ebû Mewan, Mehcûz El Şamiyê ango desteserkirî û li ser navên xwe tomar kirine ku ew mal yên ermeniyan e .

Ji bilî wê yekê jî beriya çend rojan çekdarên Emşat gundê El Eziya yê ser bi Girê Spî ve bi temamî dizî û kel û pelên nav malan ji xwe birin tevî ku ew gund yên ereban e wate buhaneya ku bibêjin ew PYDê ne tune ye.

li aliyekî din perçe dengek tomarkiriî li ser torên civakî belav bû tê de fermandarekî ereb nameyekê ji çekdaran re dişîne û dibêje Rojhilata Ferêt ne wek Efrînê ye divê diziyê nekin .

wate banga dirustkirina bengeheke gelerî dike lewma divê bi diziyê ranebin ji ber li wê derê xelk ereb in ne mina Erînê hemû Kurd in .

ji dema operasyon dest pê kiriye kiryarên kuştin desteserkirin lêdan berdana guleyan diziya malan ji aliyê wan çekdaran ve têne encamdan û heman sînaroya Efrînê li pêş çavên Turkiyê dûbare bû.

Ş.E


578