Heşt hezar ji welatiyên Sûriyê dibin eşkencê de hatine kuştin di nav wan de 125 zarok û 63 jin hene

Heşt hezar ji welatiyên Sûriyê dibin eşkencê de hatine kuştin di nav wan de 125 zarok û 63 jin hene

Jul 30 2018

ARK NEWS..Malperek ser bi opozisyona Sûriyê ve lîsteyek ji 8 hezar welatiyên Sûriyê yên dibin eşkencê de jiyana xwe ji dest dane belav kiriye di nav wan de jin û zarok û ji yek malbatê jî hene .

Malpera Zeman Elwesil ya ser bi opozisyona Sûriyê ve lîsteyek ji 8 hezar kes yên di zîndanên Esed dibin eşkencê de hatine terorkirin belge kiriye ku ji 14 parêzgehên Sûriyê hene û her navek bi rêkeft û roja ragihandina terorkirina wan çi bi riya eşkenceyê be yan terorkirina meydanî be belav kiriye .

Ew lîste bi alîkariya navenda belgekirina binpêkirinan li Sûriyê hatiye bidest xistin ku 7953 nav ji temenên cor bo cor in di nav wan de 125 zarok û 63 jin bi destê sêxoriya rêjîmê yan şebîhe yan çekdar bi ser ve hatine terorkirin..

Herwiha dinav wan de hijmarek ji yek malbatê hene wek bav û kurên wî herwiha birayên hev jî hene ku ew nav ji destpêka sala 2011an ve ta 2018an hatiye belgekirin 1119 qurbanî sala 2012

- 2120 sala 2013
- 2276 sala 2014
- 1413 sala 2015
- 401 sala 2017
- Herwiha 170 qurbanî sala 2018

Li gor malpera navbûrî biryara sala 2018an sala herî zêde were tomarkirin ji ber ku her demekê rêjîma Esed navên qurbaniyên ji navendên nasnameyan re dişîne ku derdora 1000 navî bi tenê xelkê Dareya ya Şamê ne hewiha 150 nav ji Hesekê ne .
550 ji Helebê ne
460 ji Medemiya Şamê ne
Û beriya niha 90 nav xelkê Hemayê bûn
Û 30 derdora Şamê bûn
Û 25 nav yê Kenakir ya derdora Şamê bûn
Li gor wê lîsteyê ku navên herî bilind ji derdora Şamê ango Rîf Dîmeşq bi 1856 navan
Dera 1283
Hums 1253
Şama paytext 870
Hemayê 762
Idlib 585
Heleb 473
Dêra Zorê 450
Laziqiyê 154
Quneytera 110
Reqa 50
Hesekê 44
Tertûs 28 piraniya wan ji Baniyas in
Siwêda 23

Ji destpêka şoreşa Sûriyê sala 2011 û ta roja weke îro bi hezaran ji Kurd û Ereb an windayî ne û bê çarenivîs in .



820