Bandora Tevgera Rewşenbîrî ya Bakur li ser Rojava
Piştî têkçûna Şoreşa Şêx Seîd 1925 gelek kes reviyan bin xetê ji ber sitemkariya Tirkan û li wir bi alîkariya gelek kesayetiyên ronakbîr û şoreşger ji Kurdên Bakur Komela Xweybûn hat damezrandin 1927. Piştra, agirê Şoreşa Agirî( 1927- 1931) hêgin û gumreh bû li bakûrê Kurdistanê bi rêbertiya cinêral Îhsan Norî Paşa. Lê li kêlek tevgera leşkerî tevgera rewşenbîrî jî geştir û şêntir bû .
Herdû bira Celadet û Kamîran Bedirxan ji binemala Bedirxaniyan ji damezrînerên Xweybûn bûn û Celadet bûbû yekem serokê komelê .
Herwiha, gelek endam ji malbeta Cemîl Paşa jî gerek çalak û bingehîn lîstin di Komela Xweybûn de û ji wan Qedrî Cemîl Paşa, yê pirtûka "Bîrhatinên Zinar Slopî " nivîsandibû.
Pêra, pir rewşenbîrên din tevê bûn mîna Ap Osman Sebrî 1929 , Dr. Ehmed Nafêz, pizîşkê beyterî Norî Dêrsimî, yê pirtûkek ser şoreşa Şêx Seîd nivîsandibû, herwiha, Seyda Cegerxwîn 1929, yê bi dehan pirtûk ji çîrok û helbest û ziman aferandibû .
Wekî din gelek endamên din jî tev Komela Xweybûnê bûbûn wek Hesen Hoşyar yê paşê pirtûkek nivîsandibû bi navê " DÎTIN Û BÎRHATINÊN MIN ".
Herwisa, zimanzan û ronakbîrê Kurd Elî Sîdo Goranî nûnerê Xweybûnê li Urdunê bû û danerê ferhenga Kurdî- Erebî ye.
Dîsa, rewşenbîr Mihemed Elî Ewnî, yê nûnerê Xweybûnê li Misirê bû, gelek berehêmên Dîrokî wergerandine mîna pirtûka " Şerefnama" ya Mîr Şeref Xan Bedlîsî , herwiha pirtuka " Dîroka Kurd Û Kurdistan ê " ya Zana û Dîroknasê Kurd Mihemed Emîn Zekî nivîsandibû.
Tevgera Çandî ya endamên Komela Xweybûn hukarî û bandora xwe bi hêz li ser Kurdên Sûriyê kiriye , nexasim, tu rewşenbîrek Kurd tuneye li Sûriyê di bin bandora berhemên wêjeyî û zimanî yên Celadet û Kamîran Bedirxan, Osman Sebrî û Seyda Cegerxwîn de nema ye.
Rast e agirê Şoreşa Agirî vemirî lê bandora agirê tevgera Rewşenbîrî ya Komela Xweybûn ta niha vêxistiye û gumreh e. Ma gelo tevgera rewşenbîrî ne bi bandor û encam e bêtir ji ya leşkerî !?
Bavê Saman
Efrîn, di 30 /7 2018
Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide
583