Seîd Umer : Rewşa Rojavayê Kurdistanê gihiştiye asteke pir metirsîdar
ARK NEWS .. Biryar e mezintirîn karwanê mirovî ji Herêma Kurdistanê biçe Rojavayê Kurdistanê, Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya PDK-Sê jî dibêje, rewşa mirovî li Rojavayê Kurdistanê pir xerab bûye û gihiştiye asteke metirsîdar, ku pêwîstiya koçberan bi alîkariya bilez heye.
Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya PDK-Sê Seîd Umer ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa Rojavayê Kurdistanê gihiştiye asteke pir metirsîdar û hejmareke mezin koçber bûne, ku zêdetirî 100 hezar kes koçber bûne û rewşa wan pir xerab e û pêwîstiya wan bi alîkariya bilez heye.”
Li gorî zanyariyên malpera KDP.info dê Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî di nava van herdû rojan de mezintirîn karwana alîkariyên mirovî bighîne Rojavayê Kurdistanê û bi ser koçberan de belav bike.”
332