Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Şepêla Xed ya Sûrî kir
Oct 12 2019
ARK NEWS .. Roja Şemiyê 12ê, 10an, 2019an, li Selaheddîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêx Ehmed Asî El Cerba Serokê Şepêla Xed ya Sûriye û şandekî li gel kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Sûriye û pêşhatên dawî ya Rojavayê Kurdistanê hate guftûgokirin. Her li vê civînê de Serok Barzanî dilgiraniya xwe ya li ser çarenivîsa gelê Kurd li Sûriye û koçberbûna xelkê û wan karesat û êşên li ser gelê Kurd li Sûriye ji bo şanda mêvan xiste rû.
348