Emerîka çiraya kesk da Turkiyê da ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike

Emerîka çiraya kesk da Turkiyê da ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike

Oct 07 2019

ARK NEWS ..Îro roja Duşemê 7ê Cotmeha 2019an, Koşka Spî ragihand ku, Hêzên Emerîkî yên li Sûriyê dimînin êdî li ser sînorê bi Turkiyê re cihê xwe nagirin, û operasyona ku Turkiyê jê re pilana danaye, Emerîka tê de beşdar nabe .

Rojnameya Şerq El Ewsat daye zanîn ku, piştî peywendiya navbera Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdoxan, û Serokê Emerîkayê Donald Tiramp, Koşka Spî ragihand ku, di demeke nîzêk de Turkiyê dê Operasyona xwe ya ku jê demeke dûr de pilanê jê re datîne, dê li Rojavyaê Kurdistanê encam bide.

Heman rojnameyê li ser zarê Koşka Spî herwiha eşkere kiriye ku, Hêzên Emerîkî di operasyonê de beşdar nabe, û ne jî tevlî dibe, ji ber ku Emerîka DAIŞa Tteror ji nav bir lewma di herêmê de bi şêweyekî zindî li ser sînorê bi Turkiyê re namîne .

Koşka Spî tekez kiriye ku Turkiyê ji îro pê de, berpirs e di ber terorîstên DAIŞê, naxasim yên di çarçoveya du salên bûrî de hatine binçavkirin .

Daxuyaniyên Koşka Spî yekem car bi vî rengî têne belavkirin . Li gor çavdêr û şopîneran ku ew yek pejrandin, razîbûn û erêkirinek ji Turkiyê re, da ku bi êrîşa xwe li Rojavayê Kurdistanê rabe .Bi taybet di dawîtirîn daxuyanî û gefên Serokê Turkiyê amaje û nîşanên berçav xuya dibûn, û xişteyeke dem ji êrîşa xwe re daniye, û di du rojan de dest nîşan kiriye.

Daxuyaniyên Erdaxan metirsiyek li cem şêniyên Rojavayê Kurdistanê çê kir, û tirsa dûbare sînaroya Efrîna Rojavayê Kurdistanê careke din hate holê, bi taybet ku 14 hezar çekdar ji arştêşa nav li xwe dikin Artêşa Niştîmanî xwe amede kirine beşdarî bi Turkiyê re, da ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê bikin . Bi wê yekê terajîdiya binpêkirnan lê were derê jî li pêş çavên Civaka Navdewletî werin tomarkirin û rewşa kerasetî û şer û pêlên derbideriyê û demoxrafiya Herêmên Kurdî dê werin guhertin .

Ş.E




660