
Şandeke ENKS bi Serok Barzanî re civiya
ARK NEWS.. Îro 12 Îlona 2019 li Selahedîna Herêma Kurdistanê Serok Mes'ûd Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ku ji Kamîran Haco berpirsê Komîteya Peywendiyên Derve ya ENKS û Ibrahîm Biro endamê Komîteya Peywendiyan pêk dihat, kir.
Di hevdîtinê de behsa pêşhateyên dawiyê li ser asta siyasî û hevkêşên meydanî li ser asta Sûrî û navçeyê herweha helwestên navdeweltî derbarê kirîza li Sûriyê hatin gengeşekirin.
Her di wê civînê de bal hat kişandin li ser helwestên aliyên kurdî derbarê rewşên giştî li Sûriyê û pêşeroja Gelê Kurd li Sûriyê, û serokî Barizanî jî ji aliyê xwe ve nerîn û şiroveyên xwe derbarê rewş û pêşeroja Gelê Kurd li Sûriyê anîn ziman.
424