Hunermendê Efrînî, dûr ji welêt hate veşartin
Sep 12 2019
ARK NEWS .. Duh roja Çarşemê 11ê Îlona 2019, li goristaneke Elmaniya, dûr ji welêt, Hunermendê kurd Şe'ban Sebrî, bi xak hate spartin. Hunermendê kurd Şe'ban Sebrî, di nexweşxaneyeke Elmaniya, piştî rastî nexweşiyeke tund û dirêj hatbû, çû ber dilovaniya xwedê .
Hunermend Şe'ban Sebrî, yek ji sitûnên sazvanên tenbûra kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye, di gelek aheng û festîvalên filklorî de beşdar kirbû.
Şe'ban Sebrî xelkê gundê Şêxorzê yê navçeya Bilbilê, ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye .
Di roja Çarşemê 11.09.2019, li bajarê Hagin yê Elmaniya, dûr ji warê xwe, bi xak hate spartin .
Ş.E
429
