Li şûna yek cendirmeyê, zirêpoşên Turkiyê derbasî R. Kurdistanê bûn

Li şûna yek cendirmeyê, zirêpoşên Turkiyê derbasî R. Kurdistanê bûn

Sep 08 2019

ARK NEWS .. Piştî 4 rojan ji daxuyaniya serkirdeyê PYDê Salih Muslim tê de gotibû ku yek cendirmeyênTurkî derbasî Herêma Aram nabain, derwriyên hevbeş yên Turkiyê û Emerîkî danê sibehê 8 Îlona 2019 derbasî derdora Girê sipî yê Rojavayê Kurdistanê bûn .

Li gor jêderên ragihandî ku dewriyên hevbeş derbasî Herîma Aram bûn, û ew dewrî dê heyama du demijmêran bimînin, piştre dê vegerin cihên xwe .

DewrIiyîn hevbeş ji hijmarek zirêpoşên Turkî û Emerîkî pêk dihat, û li gundê El Heşîşê û Nis Til yên Rojhilatê Girê Spî bi rê ve çûn .

Di 4ê vê mehê de Salih Muslim serkirdyê PYDê li bajarokê Girê Spî di civînekê de li pêş êl û hozên ereban dabû diyarkirn ku yek cendirmeyên Turkî derbasî Herêma Aram nabein. Lê Wezîrê Berevaniya Turkiyê Xilûsî Akar beriya demekê dabû zanîn ku di 8ê Îlonê de dê dest bi dewriyên hevbeş bikin û ew hate bicîkirin .

Serokê Desteya Erkana Emerîkî Cozêf Danford ragihand ku welatî wî pêwîstî bi derdora 50 – 60 hezar ji hêzên xwecihî hene da ku bi karê dabînkirina aramî û ewlehiya Bakurê Sûriyê ango li Rojavayê Kurdistanê rabin lê hîn ne xuya ye ku ew hêz ji kîjan aliyan dê pêk werin .

Ş.E

555