
PKK banga danûsdandinan navbera PYD û Rêjîmê de dike
PKK banga destpêkirina danûstandinan navbera rêveberIya PYD û rêjîma Sûriyê de dike û dibêje hewlên rêveberiya PYD erênî ne.
Di hevdîtinekê li gel kenala Stêrk ya bi ser PKK ve serkirdeyeke PKK binavê Besê Hozat got ku Rêjîma Esed hewl dide rêveberiya PYD lawaz bike û radestî Şamê bike, û got ku navçeyên Bakur û Rojhlatê Sûriyê xakeke Sûrî ye û di hundirê sînorê Sûriyê de ye.
Hozat herweha serbar kir ku hewlên rêveberya PYD di vî warî de erênî ne, û gerek herdu alî pirisgirêkên xwe bi rêya danûstandinan çareser bikin.
Aliyên cor bicor Partiya Yekîtiya Dîmuqratîk PYD biـwergirtina hin navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji destê Rêjîma Esed û bicîkirina armancên Rêjmê li wan navçeyan tometbar dikin, ew yek jî weke pştevaniyeke leşkerî û meydanî ji bo hebûna Rêjîmê û pêşveçûnên wê li bereyên şer li dijî çekdarên dijber encamên xwe li ser erdê dîtin.
413