PKKê berjewendiyên xwe bi PYDê bi cih dike

PKKê berjewendiyên xwe bi PYDê bi cih dike

Sep 03 2019

PKKê berjewendiyên xwe bi PYDê bi cih dike
Mahir Hesen

Piştgiriya PYDê ya ku fermanan ji PKKê digire bo rêjîma be’ss ne tenê hestiyarekî bêtar bi xwe re tanî di heman demê de ji bo berfirehkirina şoreşa Sûrî li derverên Kurdistana Sûrî têk bibin . Ev bazirganiya nav PKKê û rêjîma Sûrî hişt herêmên Kurdan têkeve dorpêçeke giran û bibe sedema mişxetbûna xelkê .

PYDê ji nişkêve destên xwe ser her tiştî ve anî , siloganên xwe li tengavbûna siyasî û lewaziya hikûmeta Sûrî pêça , û hemberî xwepêşandanan tûj û hişk rabû , û bi xemsarî komkujî kirin .

Bi sîstema xwe ya ku îro bi rê ve diçe gelek belengaz pê hatin xapandin , heta weku vê çaxî jî ji wa weye ku PYDê mafê desthilatdariyê dide gel û PYD bi xwe tu maf di destên wê de nîn e tenê PKKê li gor berjewndiyên xwe PYDê bi rê ve dibe û tim PYDê wek marê çîçikxwar dibêje , heger ne ji me be fermana kurdan bi destê çeteyên DAÎŞ'ê yên ku pişta xwe didin dewleta Tirkan yê bûbaye .

Û em tev dizanin ku dewleta Tirk dixwaze destketiyên Kurdan bişikîne , lê gelo kî bû sedem û xwe beloq kir heta ku Tirkan berê sîxur û pêxwasên xwe da Kurdistana Sûrî

Piştî 8 salên tirs û terorê , û di nav xwînê de milet digevize û li vir û li dera ha dikeve , malkambaxiya herî mezin ku PYDê naxwazin sînorê dagîrkeran perçe bibe û navên erebî li Kurdistana Sûrî kirin .

PYDê bi gunhkariyê tê naskirin . Di rewşa heyî de, li ser destên PYDê kêşana netewî di nava civakê de winda bûye û herêma Kurdistana Sûrî ber tirseke mezin ya guhartina dêmokrafî diçe . Eydilojî , armanc, û rêxistina wa , rastiya ku şovenîstê bi rê ve dibin tevî bi zelalî li ber merov diraxe . Ev tevahiya rastiya PYDê ya bi topavêtin û dilbijandin û xwestiyên Tirkan bi cih kirin .



Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

836