Eger heye 200 hezar ji penaberên Sûriyê vegerin warên xwe

Eger heye 200 hezar ji penaberên Sûriyê vegerin warên xwe

Jul 25 2018

Hikûmeta Rûsiyê ragihand ku eger heye hijmarek mezin ji penaberên Sûriyê yên ji ber şer û pevçûnan reviyane carek din vegerin war û cihên xwe .

Serokê navenda niştîmanî ya rêveberiya berevaniyê li Rûsiyê Mîxayîl Mîzîntisîf roja Sêşemê 24\7\2018an da zanîn ku liv û tevgereke cîhanî bi taybet welatiyên yekîtiya ewropî heye ji bo vegerandina penaberên Sûriyê .
Ew daxuyanî hat piştî ku wezareta berevaniya Rûsiyê heftiya bûrî ragihandibû ku kar ji bo avakirina navendên vehewendin û dabeşkirin û belavkirina penaberên ku dixwazin vegerin Sûriyê bi alîkariya hikûmeta rêjîma Sûriyê re têne vekirin .

Derbarê wan navendan serokê navenda niştîmanî ya rêveberiya berevaniyê li Rûsiyê Mîxayîl Mîzînitsîf got ku eger heye 200 hezar penaberên Sûriyê vegerin malên xwe û serbar kir Sê dergeh ji kesên dixwazin vegerin hatine vekirin û di 27ê meha heftan de bi şêweyekî fermî wê têkevin warê kar de .

Mîxayîl herwiha da diyar kirin ku yek ji dergehan ya Ebû Dihûr li derdora parêzgeha Idlibê ye .

Duyem dergeha Salihiyê li derdora DêraZorê ya rojhelate ku ew jî dergehek avî ye .

Sêyem dergehek li bajarê Tedmur yê li Biyabana Sûriyê ye .

Li gor mîdiyayên cîhanî ku ew liv û tevgera Rûsiyê ji bo vegerandina penaberên Sûriyê piştî civîna hilsinkî ya ku di navbera herdû Serokên Emrîka Tiramp û Serokê Rûsiyê Potîn de hatibû lidarxistin kete warê cîbicîkirinê de .

Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Emrîka di lêdwaneke taybet de ji bo kenala Skay News di 10ê mehê de gotibû ku hewlên Emrîka di riya danûstandinên cîhanî hene ji bo 6 melyon Sûrî vegerin malên xwe û di dûbare avakirina Sûriyê de beşdar bibin.



615