Akar û Ispir li ser cîbicîkirina qonaxa yekem ji Herêma Aram li hevdu kir
ARK NEWS .. Piştî du hevteyan ji îmzekirina rêkeftina Herêma Aram ya ku biryar e li beşekê ji Rojavayê Kurdistanê were damezrandin, roja Çarşemê 21ê Tebaxa 2019an herdu wezîrên berevaniya Turkiyê û Emerîkayê, li ser cîbicîkirina qonaxa yekem ji pilana wê Herêmê ji roja Çarşemê ve dest pê bike, li hevdu kir.
Li gor daxuyaniyekê ji Wezareta Berevaniya Turkiyê, ku Wezîrê Berevaniyê yê Turkî Xilûsî Akar, bi hevşanê xwe yê Emerîkî Mark Ispir peywendiyeke telefonî encam da . Di wê peywendiyê de Akar behsa nerîn û pêşbîniyên xwe derbarê Herêma Aram, û tekezî li ser damezrandima wê di çarçoveya xişteya dema ku hatiye destnîşankirin, bê ku dem winda bikin, kir .
Li gor heman daxuyaniyê, ku herdu aliyan biryar dan ku li Enqarayê herdu şandên leşkerî yên Emerîkî û Turkî li hevdu bicivin, da ku qonaxa bê ji pilanên girêdayî bi damezrandina Herêma Aram li Rojavayê Kurdistanê, gotûbêj bikin .
Tevî ku herdu welat di 7ê Tebaxa 2019an de, gihiştin rêkeftinekê derbarê Herêma Aram, ku yek ji bendên wê avakirina Navenda Operasyonên hevbeş li Turkiyê û vekirina korîdorekê ji bo vegera penaberên Sûriyê tê re derbasî warên xwe bibin, hatine nîşankirin, lê ta niha mîkanîzim, û çawaniya damezrandinê, û aliyên beşdar nexuya ne .
Piraniya çabdêr û şopêner li ser wê yekê li hev in ku, divê Herêma Aram di bin serpireştiya hêzên navdewletî be, herwiha rola pêkhateyên herêma nexasim ya Kurdan tê de berçav were girtin .
Ş.E
592
