Rêjîmê li Nubilê 4 derbiderên Efrînê revandin

Rêjîmê li Nubilê 4 derbiderên Efrînê revandin

Aug 19 2019

ARK NEWS .. Li bajarokê Nubil yê Bakurê Helebê, çekdarên rêjîmê 4 derbiderên Efrîna Rojavayê Kurdistanê revandin, li hember serbestberdana wan banga pereyan kir .

Jêderên xwecihî ragihandine ku : Çekdarên rêjîmê 4 ji derbiderên Efrînê revandine, li hember berdana wan, 4000 dolarên Emerîkî xwestine .

Heman jêderan dane zanîn ku : Her yek ji Xilûsî Mihemed ji navçeya Raco, Ebdulrehman Receb Şewaq ji gundê Hememê yê Cindirêsê, Ezo Xalid Reşîd ji navçeya Mabeta, û Mihemed Ehmed Xelîl ji navçeya Şiyê, dema berê xwe ji kampên ku lê niştecî ne, didan bajarokê Nubilê yê şîyî, li wê derê hatin revandin. Ta niha tu agahî û zaniyarî li ser çarenivîsa wan tune ne .

Ş.E

769