Efrîn.. Welatiyekî di bin işkenceyê de jiyana xwe ji dest da
Aug 17 2019
ARK NEWS.. Piştî sal û nîvekê ji revandina wî, welatiyekî bajarê Efrîna Rojavayê Kurdstanê dibin işkencê de jiyana xwe ji dest da.
Jêdereke taybet ji nava Efrînê ji ARKê re ragihand, ku welatiyê bi navê Mihemed Hemo dibin işkencê de li ser destê girûpa çekdar a bi navê El-Hemzat li Cindêrisê jiyana xwe ji dest da.
Jêderê da zanîn jî, ku welatî Mihemed Hemo, xelkê gundê Çiqilê yê bi ser navçeya Şiyê ve ye, bavê 3 zaroka ye, ev e bihtir ji sal û nîvekê bû li ser destê girûpên çekdar hatibû revandin , û duh ji malbata wî re gotin ku jiyana xwe jidest daye.
548