Emerîka : DAIŞ li Sûriyê derketiye, li Iraqê jî bihêz bûye
Aug 08 2019
ARK NEWS .. Wezareta Berevaniya Emerîka eşkere kir , ku rêxistina teroristî ya DAIŞê li Sûriya derketiye , û li Iraqê bihêz bûye .
Pişkinerê giştî yê Pintagona Emerîkî ragihand, ku di herdu mehên 7 û 8 yên îsal 2019an de rêxistina teroristî ya DAIŞê li Sûriyê dest bi kiryarên teroristî kiriye , û li Iraqê rêxistina teroristî kariye hemahengiyê navbera çekdarên xwe de li Iraqê û Sûriyê dirust bike .
Herwiha Pintagona Emerîkî got, ku ji ber lawazbûna çekdarên rêjîma Sûriyê , û hêzên Iraqî, rêxistina teroristî ya DAIŞê kariye careke din xwe rêk bixe .
571
