li Kobanê mayînek teqiya

li Kobanê mayînek teqiya

Aug 01 2019

ARK NEWS .. Di encama teqîna mayîneke çandî de li gundewarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê hejmarek qurbanî navbera kuştî û birîndar ketin .

Jêderên xwecihî ji nava bajarê Kobanê ragihandin, ku roja Sêşemê li gundê Zor Mexa yê bi ser bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê mayîneke çandî bi otombîlekê de teqiya .

Heman jêderan dane xuyakirin, ku di encama wê teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kesên din ku di nava otombîlê de bûn birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin .

Li deverên cuda cuda li Rojavayê Kurdistanê teqîn bi rêya mayîn , mator û otombîlên bombekirî têne encamdan, ku di encama wan teqînan de qurbanî navbera kuştî û birîndar dikevin.

505