Efrîn .. Çekdaran jinek û 6 Kurd revandin
Gundê Dîkmedaşê

Efrîn .. Çekdaran jinek û 6 Kurd revandin

Jul 20 2019

ARK NEWS .. li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, ji bilî revandina ciwan û welatiyên bitemen ji aliyê girûpên çekdar ve , di vê dema dawiyê de êdî jin û keç jî bi buhaneyên cuda têne binçavkirin . Di 18 Tîrmeha 2019an de girûpên çekdar û polîsên leşkerî hijmarek ji welatiyên Kurd piştî girtin ser malan wan revandin.

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê di raporteke xwe de ragihand ku : Li ser rêbenda gundê Turindê yê Efrînê, girûpên çekdar mamosteya Kurd ya bi navê Nîroz Mehmûd piştî telefona wê pişkinîn kir ew revand, û ta niha çarenivîsa wê ne diyar e.

Li navçeya Şera jî heman rêxistinê bal kişand ser ku : Girûpên çekdar bi danê sibê demijmêr 6ê şefeqê, girtin ser gundê Dîkmedaşê, û 6 welatî di nav wan de bitemen jî hebû revandin . Navê Kurdên hatine revandin ev in :

Yûsiv Henîf 65 salî
Ehmed Hesen Arif 55 salî
Luqman Fehmî Mihemed 40 salî
Ebdul Hemîd Hemîd Hemze 38 salî
Riyad Elî Cuma 25 salî ku beriya demekê bo 6 heyvan di zîndana Masera ya Ezazê bi tometa leşkeriya naçerî ji PYDê re kiriye hatibû zîndankirin, li hember serbesberdana xwe gujmek pereyên zêde dabû.

Li herêma Çiyayê Kurmênc tevî derbasbûna pêtir ji salek û 4 heyvan ji desteserkirina Turkiyê û girûpên çekdar, lê hîn jî rewş ne aram e, û binpêkirin berdewam in .

Ş.E

249