Şahoz Emîn banga avakirna baweriyê bi Hevpeymaniya Opozisyonê re dike

Şahoz Emîn banga avakirna baweriyê bi Hevpeymaniya Opozisyonê re dike

Jul 18 2019

Hevserokê Partiya Yekîtya Dîmuqratîk PYD bang li Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê dike ji bo avakirina baweriyê, beriya her tevlîbûneke PYD bo Desteya Danûsnankara Sûriyê.

Di daxuyanyeke rojnamevanî de duh, hevserokê PYD Şahoz Emîn got ku ta niha tu vexwendineke fermî ji aliyê Desteya Danûstankara Sûriyê ji bo tevlîbûn yan kar li jêr sîwana Desteya Danûstandkar bo wan nehatiye, û got wan tenê bi rêya ragihandinê bihîstine ku gerek Desteya Danûstankar were berifrehkirin û Encûmena Sûryaya Dîmuqratîk ya ku PYD beşê sereke ye jê were tevlîkirin.

Şahoz di daxuyanya xwe de bang li Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê kir ku beriya her tevlîbûn yan danûstandinê, pêngavên avakirina baweriyê navbera PYD û Hevpeymanya Opozisyonê de werin bihêzkirin.

259