Emerîka û Rûsiya nahêlin li Sûriyê şer di navbera Îran û Israîlê de rû bide

Emerîka û Rûsiya nahêlin li Sûriyê şer di navbera Îran û Israîlê de rû bide

Jul 21 2018

Emerîka û Rûsiya nahêlin li Sûriyê şer di navbera Îran û Israîlê de rû bide

Rêveberê karûbarên navdewletî yê Rûsiyê eşkere kir ku di lûtkeya Hislinkî de rêkeftin li ser rêgirîkirin li destpêkirina şer di navbera Israîlê û Îranê de li Sûriyê hate kirin .

Endirye kartonof rêveberê karûbarên navdewletî yê Rûsiyê ragihand ku Filadîmêr Potîn Serokê Rûsiya û Donald Tiramp Serokê Emrîka di lûtkeya hislinkî de li ser wê çendê rêkeftine ku nabe şer navbera Îran û Israîlê de li Başûrê Rojavayê Sûriyê dirûst bibe .

Herwiha wî berpirsiyarê Rûsî da zanîn ku eger heye di demeke nêzîk de navçeya kêmkirina asta şer li Colanê were ragihandin , û çekdarên Îranî wê ji wê navçeyê vekişin.

941