Zimanê Me ne Kêmtire ji Zimanên Cîhanê

Zimanê Me ne Kêmtire ji Zimanên Cîhanê

Jul 20 2018

Tevî ku zimanê Kurdî toşî her awayekî ji pişaftin, guvaştin, daraftin û tunekirinê bûye, lê dîsa dikarî li ser xwe rawestiya û cihê xwe di nav zimanên zindî de bigirta, ma gelo çima? Ji ber ku zimanê Kurdî zimanekî kevnar û resen û afrîner e. Ew dikare peyvên nû yên berê tune ne saz bike bi alîkariya pêşkît û paşkît. Herwiha, zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e bi zaravayên rengîn yên kon û dêrîn.

Rastiyên gistî û ged û şanên di hemû zimanan de li gorî zimanzanên cîhanê mîna bîrnasê Elmanî Alsted 1630, û Robert Kilwardby û herwisa Noam Chomsky bînerin diyar in ku zimanê Kurdî jî ne kêmtire ji zimanên navnetewî, ma gelo ev rastî û ged çi ne ?

1- Li her cihekî ku mirov lê dijî, ziman jî dijî ji ber ku ziman bi xwe mirov e û gava mirov dimire, ziman jî dimire.

2- Tu ziman sade û seretayî tune ne ji ber ku hemû ziman wek hevin di kok û bingeha xwe de, ango, hemû ziman dikarin her ramanek û hizreke nû biafrîne û bîne zimên.

3- Hemû ziman pêşdikevin û tên guhertin bi derbasbûna demê re.

4- Di hemû zimanan de Peyvsazî heye; dariştina bêjeyên nû.

5- Tu ziman nîn in bê dengsazî û tîpên dengdar û dengdêr.

6- Di hemû zimanan de cureyên peyvan hene ji navdêr, rengdêr, hokerên cur bi cur, lêker, daçek û veqetandek.7- Rawyên erênî, neyînî û pirsê di hemû zimanan de hene.

8- Zayenda nêr û mê yan nêtar di hemû zimanan hene.

9- Di hemû zimanan de mêjer ( yekjimar, pirjimar yan dujimar) heye.

10- Demên borî, niha û rewaya fermanî di hemû zimanan de hene.

11- Di her zimanekî de veqetandekên binavkirî û ne binavkirî hene.

12- Her zarokek li ku derê hatibe dinê û ji çi regezî û texên civakî û aborî be jî dikare fêrî her zimanekî bibe.


Bi rastî her zimanzanekî Kurd dizanê ku rastiyên navborî di zimanê Kurdî de jî hene. Wekî din her zimanek wek zimanê Kurdî jî taybetmendiyên xwe hene û cuda ne ji hev di warê dirûv û şêwe de.

Lêbelê, di warê binesaziya kûr de hemû ziman wek hevin û heman kar û funksiyona xwe dikin ji ber ku hemû ziman mirov in.

Bavê Saman
Efrîn di 20/ 7/ 2018

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

812