Hevpeymaniya Opozisyonê teqînên Rojavayê kurdistanê şermezar dike

Hevpeymaniya Opozisyonê teqînên Rojavayê kurdistanê şermezar dike

Jul 13 2019

ARK NEWS...Hevpeymaniya Niştimaniya Opozisyona Sûriyê teqînên ku di Rojên bûrî de hatin encamdan şermezar kir , û daxwaz ji civaka Navdewletî kir ku piştgiriya Miletê Sûriyê di rûbirûbûna terorê bi hemu şêweyê wê bike.

Hevpeymaniya Niştimanya opozisyona Sûriyê di daxuyaniyekê de êrîşa hovane ku li sentera Bajarê Efrînê encam dayî ,bi terorstî daye naskirin ,û dibêje ku li gor amarên berdest 11 kes Şehîd ketine û bi dihan birîndar bûne, û tîmên hewarçûn û rizgarkirinê û berevaniya sivîl li cihê teqînê bûn û alîkariya Birîndaran kirin û ew veguhestî Nexweşxaneyan kirin,.û serbar dike: " tawana Efrînê hevdeme bi êrîşne din li ser taxên Bajarê Hesekê ku tê wateya bi yek destî ew êrîş hatine encamdan bi rêya bikaranîna mayînkiriyan".

Herweha Hevpeymanî tekez dike ku terora sivîlan armanc dike çi bi rêya mayînkiryan be yan jî bermîlên teqîner be, yek terror e ,û ew nikare li ser erdê pêşbikve.

Di dawiya Daxuyaniya xwe de Hevpeymaniya Niştimaniya Opozisyona Sûriyê dibêje ji Civaka navdewletî tê xwestin ku destwerdiyeke Siyasî û yasayî bike ku bikare piştgiriya bijardeya Miletê Sûriyê û alîkariya wî di rûbirûbûna terorê bi hemu şêweyê wê , û dubare vegerandina ewlehî û aramiyê weku despêk ji çareseryeke siyasî ya giştî bike .




307