Ziman 7 .. Cotepeyvî di Kurdî de (Word Pairs )

Ziman 7 .. Cotepeyvî di Kurdî de (Word Pairs )

Jul 06 2019

Cotepeyvî di Kurdî de (Word Pairs )

Cotepeyvî diyardeyeke zimanzanî girêdayî watesaziyê ye .Di gelek zimanan de û di zimanê kurdî de jî ew diyarde heye. Cotpeyvî rêzkirina du peyvan li dû hev û bikaranîna wan bi hev re di axiftinê de yan di nivisandinê de ji bo tekezkirna wateya peyvê û xurtkirina wê.

Her wiha, cotpeyv derbirîna têgeh û hizrekê ye mirov dixwaze bi dest bixe.

Piraniya bêjeyên cotepeyv hevwate ne nêzîkî hev in yan jî dijwate ne, lê ya berçav ew ku cotepeyv bûne wek biwêje ango rêzkirina wan bêjeyên cotepeyv xwedî ciheke taybet in li dû hev tên; ciyên wan cotpeyvan nayê guhertin bo nimûne em dibêjin "xêr û bêr " çênabe em bibêjin " bêr û xêr " Ji ber ku ew ji zû ve wiha hatiye bi kar anîn ji layê bav û kalan û cihê xwe di rêzkirinê de wisa hatiye girtin herçend hinek .

Di zimanê inglîzî de jî cotepeyv wisa ne, xwedî rêzkirineke taybet in; ew nayên gewrîn ji ber ku ew wek biwêje ( idioms) tên jimartin.

Helbet, cotepey ji peyvên hevedudanî cuda ne ji ber ku ew peyvek nû nadin mirov tenê piştrastiyê didin mera.

A- Hin Mînakên Cotepeyvên Hevwate di Kurdî de :

1- xêr û bêr
2- dar û ber
3- tar û mar
4- cil û berg
5- xişm û bêtar
6- kevir û kuçik
7- zar û zêç
8- reş û tarî
9- qut û bir
10- gil û gemar
11- gilî û gazin(c)
12- fît û fereh
13- pîr û pehn
14- vir û vît / vir û vût
15- der û dengiz
16- kêf û xweşî
17- şil û pil
18- qut û qaling
19- şer û ceng
20- sîng û ber
21- kar û bar
22 - hestî û çerm
23- der û qul
24- mest û mezin
25- kef û kûpik
26 - kel û pel
27- lez û bez
28- vêre û pêre
29 - reş û qitran
30- pîr û pak
31- pak û filaz
32- hinik û pinik
33- kêm û kurî
34- têr û tijî
35- xwîn û xirar
36- cerg û hunav
37- xewn û xeyal
38- cî û war
39- rêk û pêk
40- bejin û bal
41- dest û lep
42- ser û ber
43- çiya û banî
44- çol û ber
45 - rê û olaq
46- derd û kul
47- dewr û ber
48- dem û dewran
49- dest û pî
50 -hal û dem
51- qal û qirş
52- qul û qurça
53- hest û nest
54- hilm û bîn
55- kab û kulî
56- xêr û xweşî

B- Mînakên Cotepeyvên Dijwate di Kurdî de :

1- dan û stan / da û stand / bide û bistîn
2- zû an dereng
3- rabûn û rûniştin
4- ken û girî
5- çûn û hatin
6- xwarin û vexwarin
7- kêm û zêde
8- rabûn û ketin
9- kirîn û firotin
10 - dûr û nêzîk
11- bimîn û bibîn
12- virde û wêde
13- hindik lê rindk
14 - geriye û diriye
15- ser û bin
16- çûk û mezin
17- çep û rast
18- reş û sipî

C- Hin Mînakên ji Cotepeyvan di Înglîzî de :

1- Each and every week
2- shock and horror
3- ups and downs
4- black and white
5- hustle and bustle
6- nearest û dearest
7- pros and cons
8- give and take
9- odds and ends
10- now and then
11- pick and choose
12- peace and quiet
13- far and wide
14- wait and see
15- more or less
16- there and here
17- safe and quiet
18 - slowly but surely

Bavê Saman
Efrîn, di 20 / 11 / 2018

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

687