Çîroka şehîdbûna Nûredîn Şêx Henan di bin eşkenceyê de

Çîroka şehîdbûna Nûredîn Şêx Henan di bin eşkenceyê de

Jul 06 2019

ARK NEWS .. Di 5ê Tîrmeha 2012an de, çekdarên PYDê li navçeya Raco ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, Nûredîn Şêx Hesen di bin eşkenceyê de kuşt, tevî derbasbûna 7 salan lê hîn mafê malbatê windawî ye .

Yek ji tawanên di derheqê Kurdan di dema deshelatariya PYDê li Herêma Çiyayê Kurmênc ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê kuştina Nûredîn Şêx Hesen di bin eşkenceyê de bû ku ta niha ew komkujî paşguhxistiyê û ta kar û lêkolîn li ser nehatiye vekirin .

Nerûdîn bi şêweyekî tund û tûj, û bi awayekî dûr ji pirensîp, reftar û rewiştan rastî lêdan û eşkenceyê hat, û endamên laşê wî ji şêwe xistin, û sifkatî pê kirin .

Nûredîn di dema komkujiya malbata Şêx Henan di 4/7/2012an de, xwe radestî PYDê kir, da ku nakokî û pisgirêk bi dawî werin, lê tevî wê yekê rastî lêdanê hate û şehîd bû .

Di 5/7 ji heman salê ango piştî xweradestkirinê bi rojekê, li zîndeneke navçeya Raco li gundê Hopka rastî eşkenceyê ji aliyê çekdarên PYDê ve hat, termê wî li pêş mala bavê xwe hate avêtin, û nûçe ji malbatê re şandin ku Nûredîn di pevçûnan de jiyana xwe ji dest daye .

Wek çawa termê bavê wî Şêx Henan û birayê wî Ebdulrehman dûr ji merasîmên naskirî di nav civakan de hatin veşartin, Nûredîn jî bi heman şêweyê li gundê xwe bi alîkariya dayîk û bapîrê xwe, û hin ji şêniyên gund bi xak hate spartin .

Komkujiya Malbata Şêx Henan li Efrînê yek ji komkujiyên herî balkêş in, ku ji aliyê PYDê ve hatibû encamdan. Tê de sê ji yek malê şehîd bûn, û bi dehan hatin revandin. Bi tenê ji ber ku dema ku PYDê demijmêr 12ê şevê hurmeta mal bin pê kiriye malbatê berevaniya mala xwe kir û pevçûn rûdan .

Lê ta niha tu lêkolînên fermî yan vekolîn derbarê komujiyê de nehatiye vekirin, berûvejî wê yekê wek her komkujiyê li Rojavayê Kurdistanê bi bê behskirin û dayîna mafên malbatan derbas dibe .
Ş.E

299