Pirsin divê werin kirin
Pirsin divê werin kirin
Şoreş Efrînî
Di salvegera 4an ya komkujiya Kobanê de, hîn jî tu lêkolîn, vekolîn, û pirsîn ji aliyê PYDê ve ne hatiye kirin . Komkujiya ku di 25ê Hizêrana 2015an de, ji aliyê DAIŞê ve hatibû pêkanîn, tê de 600 kes ji Kurdên me navbera şehîd û birîndaran de ketin.
Bêgûman em nabêjin xeynî DAIŞê bi vî karî hovane rabûye, lê PYDê bi artêşa xwe li ku derê bû ?
Gelek pirs hene divê werin kirin :
Terorîstê Misrî yê ku ji aliyê xelkê ve hatibû girtin, kanî ye ?
Çawa DAIŞ li ser ewqas rêbendan re derbas bû ?
Laşê teroristan çima hatin şewitandin ?
Heval Hemze, û Êriş çima piştî komkujiyê winda bûn ?
Êrîşker û tawanbaran çawa bi Kurdî diaxivîn ? çawa kincên YPG û YPJê li xwe kiribûn, û silogan û diroşmên PKKê bilind dikirin ?
Çima hijmara qurbaniyan ta niha nehatiye ragihandin û belgekirin ?
Çima lêkolîn nehatiye vekirin ?
Çima nezelalî di mijarê de heye, û PYDê paşguh xistiye ?
Divê aliyên Kurdî xwe bilivînin, û doseya vê komkujiyê belav bikin, da ku lêkolîneke bêalî navdewletî were kirin, û malbatên pakrewanan werin qerebokirin .
Hezar silav li canê şehîdên me bin, bimire terorîstên DAIŞê .
Her bimîne Kurdistan, û bibe stiriyek di çavên dujmin û neyaran de.
Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide
586